Hamas plana Trump dinirxîne
Çavkaniyeke Fîlîstînî ya nêzî Hamasê ragihand ku ew plana li ser Xezeyê ya ku roja duşemê li Washingtonê hatî pêşkêşkirin, dinirxînin.
Çavkaniyeke Fîlîstînî ya nêzî Hamasê ragihand ku ew plana li ser Xezeyê ya ku roja duşemê li Washingtonê hatî pêşkêşkirin, dinirxînin.
Li gorî nûçeya AFP’ê, plana ku roja duşemê li Washingtonê hatî pêşkêşkirin û Serokwezîrê Îsraîlê jî piştgirî dayê, ji aliyê Hamasê ve tê nirxandin.
Çavkaniyê ku navê xwe eşkere nekir, got, “Hamas îro hem li Fîlîstînê hem jî li dervey welêt di nava kadroyên xwe yên siyasî û leşkerî de dest bi gelek îstişareyan dike.”
Çavkaniyê navborî, ev tişt jî got, “Tevger dê bersiveke ku nûneriya Hamasê û tevgerên berxwedanê dike, bide.”
Çavkaniyeke din jî ya Fîlîstînî ji AFP’ê re piştrast kir ku Hamas plana Trump dinirxîne.